Ez û dayîka xwe Şiiri - Ro Tanzi

Ro Tanzi
7

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Ez û dayîka xwe

Ez û Dayîka Xwe..
Ez û dayîka xwe wekî xwûşk û brayêk
Wekî rêhevalên rêyên dûr
Wekî rêberêk hertim li pêş
Wekî mamoste û xwendevanêk li dibistanê
Wekî brîndarêk û merhema êşa brîna wî.

Û carna jî wekî zarokên bê pêlav li sûqê di leystokêda
Carna jî li Ewtê li benda çemê Titwan ê dibûy şeş Egîd li ser govend û dîlanê.
Carna jî dibûy ewrêkî tarî li ser Misirc ê dilop dilop dibarî wekî Baran
Û carna jî dibûy wekî brayê piçûk wekî Zinar dibûy sitar ji bo gelê xwe.
Carna jî ew dilê te yî tenik bi hêrs dibû wekî fermandar Çîya gulle di barand li ser dijmin.
Carna jî Hogir wekî paleyan di cengê da
Û carna jî Mazlûm ji bo gellê xwe , xwe dikir sîper.
Carna jî dibûy Azad bi baskêkî birîndar difirî li ser axa qerengên sitrînan

Xwûyn di herikî ji dojehê li ser zarokên Efrîn
Li Cizîr ê kevir di helî di destê keç û xortên çarde salîyan de
Li Amed ar tazî digerî taxa baxlar ê
Wa disa roj ê xûrt dikirîn bi hêstên te

Dizanîm dayika min jiyanêk ji ronîka dilê te cûda pir zehmete

Erê dayê veqetin perçêk ji jiyanê ya
Wekî kû tayê por di weşin û reşî spî dibe.
Wekî hêstir ji çavan dilop dilop dibarî
Wekî înêq niqlokên ziyaretan bilav dibin
Û wekî gûr berxê ji dayik dike.

Erê dayika min veqetin ev car para min û te ye
De kom bike hêstên çavên dayîkên li ber sînema amûd ê
li hev bicvîne av bide darên sêva li ber sûrên Amed ê
sêva belav bikin ji bo lawikên agirê
İro şahî û dilane ji bo min
eve dest hina min dayê....

Ro Tanzi

Ro Tanzi
Kayıt Tarihi : 28.8.2020 03:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ro Tanzi