Ez Sêwîyê Bêdê Bêbav Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ez Sêwîyê Bêdê Bêbav

Ez sêwîyê bêdê, bêbav gullen barîn min pir germe,
Dem dijware dijmin hare! tevkujîye bo min xeme;
Haj vê jiyana min hebin, nav şeplê min de birîne…
Dilê min de êşe, jane ez mîna qeşa dihelim.

Ez zarokim pir biçûkim van bûyeran qebul nakim,
Bêkesitî tim jî zore, ez agirim ez şewatim…
Xwezîya min jî ciwanan, ez jî biçûyam ser çiyan
Ez mezinbim û herim, doza me de cî bigirim.

Ez mam bêdê ez mam bêbav, zimanê me qedexeye;
Kedxwarî ket nav axa me! Fermandarîya Romê ye,
Ez zarokim pir xemgînim ê kuştin dê bavê minin
Ez sêwîme kûr birîndar berxwedan jî hebûnî ye.

Yeman yeman ev nehale, wargehê me ber gullane,
Xwîn min diçe lemeleme ez biçûkim ber berxame
Ev doza azadîyê ye! Mirinên me ketin tavê!
Welatê me tim bihuşte wargehê me Kurdîstan e

Mehmet Çobanoglu
22.05.2012
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 22.7.2012 01:03:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu