Ez Nikarim Werim Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ez Nikarim Werim

Moran û mij, bi kendal û newal e
Bi êş û derd, di navbera me de ye
Bextê me de gelek xemgînî heye
Wek rojên reş, di navbera me de ye

Belê, ev lehî eşqa evînê ye
Bê te, li her der ji min re saxte ye
Bê te, zeman ji min re wek mirin e
Bê te, her tişt ji bo min, bê wate ye

Kê ev qedera reş me re nivîsand
Hêvîdarim, li mala wî hilweşe
Ji bo ev evîna me gor kolandin
Bila ocaxê xayinan hilweşe

Dilê min bi hesreta te tijî ye
Te re dibêjim ez nikarim werim
Çiqilê min hemû pelên xwe berdan
Tu dibêjî "were" nikarim werim

As felek bendê xwen xist stûyê min
Şev û rojan ez tengasiyê da me
Li gulên baxçê min, bi yek û yek zer bûn
Nikarim bêm, ez xemgînî yê da me

Lê min fêm bike, tu ji min pir dûrî
Tu dibêjî "were" nikarim werim
War dûr e, Qaqizman dûre, Qers dûre
Sond dixwim, bi sond! Ez nikarim werim

Tu di dilê min de, bi hezar hêvî yî
Di xewnên şeva de, ez te digerim
Tu dibêjî "were" nikarim werim
Ez di nav dilê xwe de te digerim

Mehmet Çobanoglu
29.09.2023
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 29.9.2023 17:59:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu