Ez nikarim bi xwe
Min karîbûne bi xwe
Min ji te hez nedikir.
Ez nikarim bi xwe
Min karîbûne bi xwe
Vî barê evînê ê giran
Li dilê pepuk bar nedikir.
Ez nikarim bi xwe
Min karîbûne bi xwe
Piyên min bi bal te ve
Hestên min bi bal te ve
Hizr û ramanên min bi bal te ve
nedihatin
Di nav vî agirê evînê de dil û kezeb
ne dişewitandin
Zozanên dilê min ne di peritandin
Ez nikarim bi xwe
Ku min karîbûne bi xwe
Ne dibûm wekî Ferhad û mem
Hinav ne dibû bahra derd û xem
Wekî peleka reben a li ser çem
Ez nikarim bi xwe
Ku min karîbûne bi xwe
Ev kul û birîn weha ne dima
Dil û hizrên min li ba te ne dima
Rewşa min di vî halî de tew ne dima
Ya herî girîng navê te di dil de hew ne dima
Kayıt Tarihi : 22.9.2024 17:05:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!