ez
nexweş im bûkê
ne nexweşê qolinc û serêşê ye
nexweşê dilketiya te me
li dûrî te
dil diperpite
giyan diheje
beden dilerize
parsûyan di qefesa min de
qirçeqirç in
eşqa te
sewdaya te
xezaliya te
bejnziraviya te
çirûskên melûliya awirên te
bîbikên çavên te yên zeytûnî
ez dîn kirim
raçolê xistim
derbeder kirim
di hezkirina delaliya te de
mîna tava tendûrê
mîna agirê newrozê
can li min peritî
kezeb û cîger li min şewitî
bûkê
fedî meke ji min
bavêje ji ser xwe çarşeva reş
bixemilîne xwe bibe şa û geş
ez
nexweş im bûkê
ne nexweşê qanser û weremê
nexweşê hesreta dîtina te me
nizanim çi bêjim ji te re
li ser te kilamekê bilorînim
li dora te govendê bigerînim
piyala şereba eşqê dagrim
guliyên te bi çîçekên rengîn
bixemilînim
gustîlk
bazing
û gerdanekî bi zêr ê neqişandî
diyarî xweşikbûna kenê te bikim
li xerîbiyê
di bêrîkirina te de
êş û keseran dikişînim
li şev û rojan
li şopa siya henasa te ya germ
digerim
bûkê
fedî meke ji min
bavêje ji ser xwe çarşeva reş
bixemilîne xwe bibe şa û geş
ez
nexweş im bûkê
ne nexweşiya psykozê
carekê were berxa kozê
li ser sîngê qelişî û birîndar razê
tu
sebira koşka mala min î
namûs û şerefa civata min î
şewqa çireya odeya min î
dergîsta hêviyên demsalên min î
stêrka asîmanê ya bêxewiya şevên min î
qet xem meke bûkê
ez ê
te ji destê xêrnexwazan bigrim
bi qumaşê qedîfe a bûkaniyê birevînim
li xwe bikim mehr
ji xwe re bikim yar
bûka şaristaniya min
Kurdistan
2012-12-12
Stockholm
Kayıt Tarihi : 5.1.2016 12:48:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

ne nexweşê qolinc û serêşê ye….serêşê me…Çewtîyen hilbestên xwe divê tu rast bikî! Bi hevalekî xwe rûne û bihevdû re bixwînîn… Divê ku mirov çewtîyên xwe nikatibe bibî ne! Tu her hebî!
TÜM YORUMLAR (1)