Ava kanyan û gula li ser çiyan
Kenên te bû stêrk û heyva li şevan
Ji hilhatina rojeke bi germ de
Bejn û bala te ji min re bû mêvan
Ez ne sextekarim, ne jî zordestim
Lê xezalê were, nexerîbê te me
Bi rastî û bi sond ez evîndarim
Cîwanê warê bav û kalê te me
Ez te dost, ez te can û yar dizanim
Lê keçê dînê, li wusa şerm neke
Ji ber bextê te me, ji min nereve
Dil min pir peritî! Min bîr neke
Ez nexayînim ez ne jî bêbextim
Bi her wext ev dilê min te daxwaze
Nereve, ka ez destê te bigirim
Were, tu min çi daxwazî bixwaze
Were, were heyrana çavê te me
Ji min re nebe xem û nebe elem
Rojane benda te me were, were
Kul û birîna min re, bibe melhem
Mehmet Çobanoglu
12.06.2023
Stenbol
Kayıt Tarihi : 12.6.2023 14:22:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!