Ez Ne Razi Me Şiiri - Hüseyin Trk

Hüseyin Trk
20

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Ez Ne Razi Me

Parvekirna bi sisé û yekî,
Min géş’d hesibîn bixwe jî zekî,
Bi zeka te re heye belekî,
Ji parvekirna we ez ne razî me.

We got em birayé dîn û dewlet,
Belé ez kurdim naxwazim zilmet,
Lewre we’j biratî kir firéqet,
Bi biratya we ez ne razî me.

We got dîn û dewleta me yek,
Belé em bira lé ne celebek,
We kehel girt dane me kulek,
Hevdevletya we ez ne razî me.

Biratî dest avétin axa me
Xizna binerd wan girt ji nav me,
Anîn rojava, nedan para me,
Bi biratya we ez ne razî me.

Me got ka zagûn kané edalet,
We birî cotkir got ev rezalet,
Gotin kurd cahil zagûn çi hacet,
Bi 'edaleta we ez ne razî me.

Me xwest hinkûfî gotin hûn gûndî,
Gûndî mirînin bes emin zindî,
Hinkûfya mirya û zindî pir fedî,
Bi hinkûfya we ez ne razî me.

We got zordarî ev iş naç serî,
Çekén xwe daynin em seranserî
Bes hûné firkin qehwa bi jerî,
Bi seranserya we ez ne razî me.

Bi cerdvanîyé we talan kir welat,
Seré serdaran anîn ber celat,
Got hûn teslîm bin ji we re berat,
Bi berata we ez ne razî me.

Biratya wa ké dît ké bînaye,
Terşé me sitewr yé wan cot zaye,
Tevgéra wa çewt li kû xûyaye,
Ji tevgéra we ez ne razî me.

Ew xwedî karin gelé me birçî,
Bi zimané xweş me kirin hewcî,
Nehîştin li me tû bingeh û cî,
Ji zimané we ez ne razî me.

Em çûn eskeryé em kirine er,
Li ser seré me ew bûn serleşker,
Ew bin sî rûnişt em mane li der,
Ji eskerya we ez ne razî me.

Terşén me zane wan xar xilindor,
Got em memûrin em rûnén li jor,
Memûrtîya we livir gelek zor,
Ji memûrtya we ez ne razî me.

Behr û ber girtin li me ma çîya,
Esker hatin wir got rabin pîya,
Ji qehré wana dil min helîya,
Ji welaté wan ez ne razî me.

Azadîxwazim naxwazim muzlem,
Esra bîst û yek nabe bi matem,
Serbixwe azad biçim cehennem,
Ji ceneta we ez ne razî me.

Bi qérîn fixan deng dikim xorta,
Da dest berdin ji réncberyé û cota,
Wan seré serya conya de kûta,
Ji me’mela we ez ne razî me.

Jinén Kurd rabin bibin hûn pişmér,
Jinén Kurd jîr in, wek erfût û şér,
Îro de dibém xeza we bixér,
Ji qada we ez ne razî me.

Xilasya îro’b kaxiz û pénûs,
Li me nehîştin hisyet û namûs,
Roja xweş wana li me kir kabûs,
Ji rojé’b we re ez ne razî me.

Naxwazim zorî bijî azadî,
Azadyé’d xwezim bi dilek şadî,
Nama azadyé şehîdan şandî,
Ji jîyana wan ez ne razî me.

Huseyn binhére hé nebûy necat,
Mizgînya azadyé wa'j rojhilat hat,
Em bikin emsal gel bikin felat,
Ji felatya rom ez ez ne razî me.

Hüsyin Türk

Hüseyin Trk
Kayıt Tarihi : 8.1.2011 13:35:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Hüseyin Trk