ji bo enes ata û hemû zarokên filîstînê
ez mirim dayê di nav xewnê şêrîn de
hatin bi devekî xwîn tije,
hatin yadê leystokê min dizîn,
ez di xewa bê sûc de bûm,
li bin darekî behîvê,
min dîsa kuştin di demsala xeyalan de,
ez hatim xemilandin bi rondikan,
min birêkirin bi hechecikan re,
bisekine yadê li hêviya min,
ez wayê têm bi refê zarokên bindestan re...
şêxmûs tayfûr
Şêxmûs TayfûrKayıt Tarihi : 12.1.2009 18:47:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Şêxmûs Tayfûr](https://www.antoloji.com/i/siir/2009/01/12/ez-mirim-daye.jpg)
Kekê hêja te helbestek ku rêzikên xwe dilsot in
bi me da xwendin...zor spas...ez helbesta xarê diyarî hemû dayîkan dikim,di rûpela te de...
Dayê
dayê
min pûr ke dayê
bi porê xwe yên spî
ser çavê min
min sar e
min ta girt
zezele li dilê min ket
hêstirê xwe yên kelî
ser min ve ke
hundirê min cemed girt
cemedê bihelîn
bi agirê heza xwe
dayê
ma ez
keda dest û pêyên te
mêjeka sîng û berên te
pêçek û lorîka te nebûm
serê min bi ser çoga xwe de
xemgîn nebe/dayê
jan rawestîn
min pûr ke/dayê
bi axa welatê min
reş û spî ferq nîn e
lêkin balgiyên gora min
bi kevirên berz
kevirên ku
bi xwîna şehîdan
hatine şuştin
Berhim Paşa
daye:yanılmıyorsam anne demek,Kürtçem bu kadar ama:(
maalesef ki Kürtçe bilmiyorum muhtemelen güzel şeyler yazdınız..rica etsem tercüme ekler misiniz?
TÜM YORUMLAR (3)