Ez, li çar alîyê dinyayê, zarokê şer im.
Hemalê êş û kederên sala me.
Gulle, berê herkesî, min dibîne,
Û berê herkesî, dest û pîyên min diqetîne.
Bombe buye pêlîstika min
Birçîbun qedera min e.
Di nav war û welatan de, koçerekî bê cî û war im.
Ez, li çar alîyê dinyayê, zarokê şer im.
Li Helepçê, di xewn û xeyalên şêrîn de,
Mirinek bê xwîn û birîn im.
Dê û bavê min
Bi bêçaretî xwe davêtin ser laşê min.
Laşê min, bi jehr û ziqûma kîmyewî dişewutandin.
Li Berzan, dê û bavê min
Li ber çavê min, xeniqandin.
Birayê min bi saxî kirin goristanê.
Bênamûsan li cem min, namûsa xuşka min qirêj kirin.
Ez, li çar alîyê dinyayê, zarokê şer im.
Li Xezzeyê navê mirina min, abluqe ye.
Mirin, ji avê erzantir e li vir.
Wek berf û baranê şev û roj di ser me da dibare mirin.
Ên li ber destê Hîtler dê û bavê xwe kirine qurban,
Heyf û tola Hîtler, ji min distînin.
Ez, li çar alîyê dinyayê zarokê şer im.
Li Mûsila qedîm, li bajarê Zinnûn,
Ji laşê min wek avê diherike xwîn
Nevîyên Yezîd û Heccac, serê min dibirin
Mercîyên Qum û Necefê, heyfa Kerbelayê ji min distînin.
Ez, li çar alîyê dinyayê zarokê şer im.
Li Helebê, bi hezaran re, ber bi mirinê de diherikim.
Wek teyrên ebabîl, firokên xwînxwar,
Mirinê di ser min de dirjînin.
Li ber pêsîrên dîyên xwe pêçek xwînê vedirşînin.
Ez, li çar alîyê dinyayê, zarokê şer im.
Li somali, ji bo parîk nan û çend dilop av
Çavê xwe li erd û esmanan digerînim.
Lêvê min terikînê, devê min zuha buye,
Bêmecal can dikşînim.
Teyrê mirinê di ser çerm û hestîyê min de, xêzikan dikşînin.
Gelo hûn zanin ku, ezê ji bo çend parî nan,
Çiqas ji we re dua bixwînim.
Ez, li çar alîyê dinyayê, zarokê şer im.
Li dilê min ê şikestî û çavê min ê bêmane nenêrin.
Min di dilê xwe de, hêvîyên xwe mezin kirin
Hêrs û kerba dilê xwe, wek agirekî geş kirin
Heyf û tola dilê min, ji nû ve de zîl didin.
Derd û kulên salan di rehê min de, sor dibin.
Ez xewn û kabûzên pêşeroja we me
Ezê ruh nefesa we biçikînim.
Ez, hesret im!
Şer im !
Mirin im!
Min tucar qet jibîr nekin ey dinya!
Lewra ez, Zarokê şer im!
Fikrî Amedî
Fikri Amedi
Kayıt Tarihi : 10.12.2017 10:56:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Herbijî.
TÜM YORUMLAR (1)