Ez Kuştim Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
109

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Ez Kuştim

Pora wê
Pora wê zerya zêrîn
Mina tîrêja tavê.
Serqe me,
Mirî me
Her tim û her gavê,
Ji ber reşka çavê.

Bejna wê
Bejna wê li ber bayê zîlan
Wekî govend û dilan.
Mîna serê govendê
Bi serhildan.

Ax awirên wê
Awirên wê
Ez kuştim,
Di nava mirin û saxî de
Ez hiştim.
Bi wê her tiştim
Fêm bike
Bê wê bê tiştim,
Bê wê ne tiştim,

Nêrînên wê
Nêrînên wê
Gotin bi gotin xîz dikê
Peyv bi peyv rêz dikê
Ji işq û evînê
Helbestan û stranan
Bi wate dikê.

Hebuna wê
Hebuna wê
Xweşî ya şevên tarî
Germî ya rojên sarî
Xwedîyê avahiya dil
Dil bi wê bi dildarî
Bi rukena beşaşî
Dil bi wê bi nazdarî

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 2.12.2023 10:33:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Zandar Amari