Ez Kewim Kewa Birîndar

Mehmet Çobanoğlu
2557

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ez Kewim Kewa Birîndar

Ez kewim kewa gozelim
Ez ne gêjim ne jî dînîm
Ev xûy ev xisletê min e
Melûl melûl diqibînîm

Ez kewim kewa pûrt hine
Bi per û baksan difirim
War û qonaxa min tune
Li çiya, banîya digerim

Ez kewim kewa birîndar
Min xwe spart ber zinaran
Qet kêf û zevqa min tune
Dikin, min bidin ber kêran

Ez kewim kewa bêmirês
Li min gazî min qirîne
Devê kêran pir tûj dikin
Mixabin roj min re şîne

Ez kewim kewa Qersê me
Her per, baskê min şkandin
Ji dilê min xwîn dikişe
Dil, gurçikên min şêlandin

Mehmet Çobanoglu
12.05.2020
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.5.2020 19:23:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu