Ez Keçim Keça Kurdanim

Mehmet Çobanoğlu
2564

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ez Keçim Keça Kurdanim

Ez nedil îm nebende û nexulam im
Neyarê me pir xêvike pîr nezane
Ez rabûm, êdî heşyar bûm ez piya me
Ez keç im keça kurdan im, pir jî zane

Me sîteme me qetrane ar dibare
Neyar hatin kerî kerî zeman tarî
Di bakûrê di başûrê şer girane
Guminî ket tankan, topan gule barî

Min re bêjin keça Kurda şêrê Kurda
Ez tu car destê xwe nadim wan neyaran
Mirîn ji bê, bi ser seran,ser çavan re
Bi her sondan, ez fersend nadin mêrkujan

Ez şervan im, cengawer im ez dozvan im
Berxwedane, destê min de çek keleş e
Li Qendîl ê dengê topan, tifingan e
Bizanibin neyarê Kurdan qelaş e

Bi salan e ser axa Kurdan talan e
Ez keçim keça Kurdan im ser çiya me
Ev canê min ev dilê min bo gelan e
Ez gulum gula Munzûr ê Qendil ê me

07.02.2017
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 7.2.2017 17:14:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu