Ey beden ez kalim
Ey ruh ez bê halim
Êdî nebêjin min xort
Serî heya binî bûm qert
Ez û mirin nêzikên hev
Li ber gorê diçin tev
Ne xebatkar û ne xwendakarim
Pişt xar û bê taqetim
Ba û bager dijminê min
Dicemidim li min radibe ax û zarîn
Ziravê min diqetîne ew gora tarî
Nexwaşî ewî nade bîrkirinê tu carî
Derîye gorê pir tenge
Mirin zû tê, bê xeber û be denge
Ev rewşa xerab û perîşan
Li min direvîne şahî û kêfan
Dema berê xwe dime mala Xwedê
Dikeve bîra min şîretên dê
Digo: Xweda yeke, dixwaze îbadete
Gor ne tarîye, deriyê axîreta te
Mirin namire, jê xilas bun tune
Binêre bav û kalê te ber wî çûne
Min vê şîretê ders hilda
Nimêj kir, rojî girt û zekat da
Bawerîya min minre bû derman
Ser dilê min rakir qirêj û gemaran
Kayıt Tarihi : 4.2.2014 23:33:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Enes Sarı](https://www.antoloji.com/i/siir/2014/02/04/ez-kalim.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!