Ez Kal im Şiiri - Harun Akkul

Harun Akkul
46

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Ez Kal im

EZ KAL IM
Di temenê xwe yê borî de
Bi gopalekî serî tewandî
Pişta min xuz çong fizyayî Destên lerzok
Li dewsa lingê wê digerim
Weke şopgerekî li pey Mehemedê Zirav
Ji ber biqede ev hesret
Weke bilbilekî li strana xwe
Qîzek li xeyalê xwe Hozanek li tembûra xwe
Dayikek li zaroka xwe
Şagirtek li dîroka xwe Şervanek li fermandarê xwe
Birîndarek li dermanê xwe
Dilek li azadiya xwe
Werdeka li gola xwe Kalek li ciwaniya xwe
Ez jî li wê digeriyam Belê min digot ez kal im
Pişt xuz û çong fiziyayî
Hinek jî qels im Bi kêmahiya ronahiya çavê xwe
Car ketî û carna jî rabû jî dihatim
Ez hatim
Ji taxên bêhn barût Ji nava kuştinê kiryarê wan nediyar Dayikê bi jopan lêdan dixwarin

Zarok dihatin kuştin Mirov dixistin zindanan Min xwe avêt hembêza çiya
Dar û daristan şewitî Gundê vala û wêranbûyî
Rêçik û şîvele bi xwîn
Bêhna kîmyayê dihat ji şikeftan
Li ber zinarekî Di tenişta kendalekî de
Di pişta gazên bilind
Li ser axa sor Li wê digeriyam
Ez çi bêjim
Her dewseke wê dilê min dax dike
Pêlavên qetiyayî
Şûtikên riziyayî
Kenên şikestî
Xeyalên nivcomayî
Carna jî
Çend kişandine ax birîna
Çend dilop xwîna li ser keviran diçirisî
Weke agirê volqanê çiyayê gir e dilê min Sot dike
Min bibexşînin ez kal im Ji min re wisa dihat Min dilerizand
Ku ez xwe bigîjînim we
Xwediyê birînê vekirî nebûn
Bêhna xwîna kemitî ji çiyayan dihat Warê Mûska

Mala Pencînara xira bibe Dayika Şakîre bibe qurban
Cûdi Sîpan Herekol di ser de
Dijle kûr bibe Ferat bicehime
Zap keratî be
Bila dost bibin îro Hevalê kemîna li pêşiya wê
Min didît çend şervan Bi lez diçim ber wanan
Lê mixabin ez ne hekîm im
Ne jî loqman Ne jî perestar
Tenê ji destê min tê Çend stêrkan daynim ser birînê
Da ku birîn germûşk bigrin
Ez çi bikim
Qirika min terikiye Zengiloka min naçe û naye
Têlên dengê min qels bûne
Ez nikarim bikim hewar
Qîr bikim li Dêrsim
Qîr bikim li Amed
Qîr bikim li Riha
Ku bişînin çend xortan
Da ku hilinîn heyfa wê
Li min ne dema şînê ye
Çong û qidûmê min nema ez bimeşim
Min destê xwe vedikir Ji xanima Kîbele re

Min hewara xwe digihiştand xwedavendan
Min digot Ya Star bê lome be Ev çi xof e li ser me hatiye
Em jî bi mêvan hatine vê cîhanê
Neviyên Adem perçeyek ji kezeba Hawa ne
Ev çi kuştin e
Bitefîne vî agirî
Bireşîne kela simbil dendikê aştiyê Qîzek hemîş
Di reşkahiya çave xwe de dikeniya
Tu kal î tu nêzan î Ev şer ne şerê tefandinê ye Tu bi xatirê Mistefa Mihemed
Dua neke ji rebê alemê Ev ne şere daxwaza agir tefandinê ye Xwedavenda me Zîlan dibê gur bikin
Da ku em bi serkevin Çi bêjim ez
Di qermûçekê rûye min de Nezantî difire
Çerxa felekê bêbext digere

Harun Akkul
Kayıt Tarihi : 5.3.2023 09:39:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Harun Akkul