Ez ji li pîyan im Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ez ji li pîyan im

Dilê min, tu min pêşan ke
Hest, evîn, derdê min veke
Xwestinên min gul, sosin in!
De rabe dem li min dereng e.

Can dilo tu xwe kerr neke!
Wax dilo derdê min veke,
Mirin, tevkujî ket welêt!
Xemgîn im, kula min giran e.

Dilo li min bû qêrîn, hewar;
Çav digirîn, li min bûn şîvan!
War bû şewat, welat êtûn,
Gel bû şêr, şervan, dozvan.

Dil rabe îro li min hewar e..
Heta Gever, Şemzînanê,
Heta Dîlok, Riha, Mêrdînê,
Gule dibarin, dîsa hewar e.

Dilo, gotin: Hatin, tev hatin!
Ereb û Ecem, Fars û Rom,
Di barê wan de top û gule ne!
Nêta wan kuştina Kurdan e.

Dilo rabe, ez dîsa îro pê me,
Dixwazim ax û welatê me!
War û gund, tev bajarên me,
Evîna min ji bo azadiya me ye

30.12.2008
Yıldırım

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 4.1.2009 00:05:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Mehmet Sıddık Şengül
    Mehmet Sıddık Şengül

    emeğini ve kalemini kutluyorum tam puanımla 10

    Cevap Yaz
  • Şeyhmus Tayfur
    Şeyhmus Tayfur

    belê keko daxwaza me teva ye azadiya me...dest,mil û hestên te sax be....

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (2)

Mehmet Çobanoğlu