dema çû ew çûk
ê biçûk
li serê çiyayê evînê
dema ji sênga min a qetandî
rahişt gula xwe û çû
çûken din jî dan li dû
lêxistin serê xwe
ew jî çûn.
.
îlon bû
di xewnên kûr de razayibû dil
ji nişkê ve vebibû şibak
û wek hirçekê ketibû hundir
babîsokek kêr tûj
.
pêşi lembe qulipî
şewitîn hêvî,
bawerî ewlebûn filan
paşî li nav hev ket
şêrîn û tahl,xweş û reş,
mirin û jiyan.
û ew zarok
ê ku xwedê zane bêj nuha
li kîjan quncê
li bin kîjan baranê dide grî
bi çapelûka derket ji derî
ew jî çû.
.
tenê mam ez di zik xwe de
tî û birçî
û di seqama tenêtiyê de bêardû
min nema debirand
qefiland derî
û xwe ji xwe qewirand
lêxist serê xwe
ez jî çûm
Kayıt Tarihi : 12.2.2013 19:42:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!