Zend ziravê bejnd bilindê
Ey dilê min, lêlê rêndê
Bi wê sondê bi vê ehdê
Ez heyrana çavê te me
Tu hêvî û xema minî
Mirazê min bextê minî
Pariyê min û qimê minî
Ez heyrana xû yê te me
Evîna te min fermane
Ev eşq dil pir yemane
Bête ev der min dûmane
Ez heyrana dêmên te me
Tu kewa ber kortala yî
Karxezala zozana yî
Germahîya havîna yî
Ez heyrana xemza te me
Mîna qaz û qulinganî
Ser golan û ber behranî
Ronahî ya nav rojanî
Ez heyrana siha te me
Mehmet Çobanoglu
21.11.2019
İstanbul
Kayıt Tarihi : 22.11.2019 18:00:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!