Ez Hesreta Wan im Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ez Hesreta Wan im

Lê lê lê xwanga min, lê dayê canê lela min
Çemê Erez çemeke pir kûr e av li sare û qeşa
Hawêrê Erez çiyanin û banî li kûr newalin
Dem ne havîne, dayê li welat jî dîsa zivistane

Lê lê lê xwanga min lê dayê canê lela min
Ava çemê Erez bi pêl û pêl şepêl pêl dane
Êş ji lê derbûne,bi ganî cobaran û newalane
Ez jî hesreta wan heval û hogiranê ser çiyan

Lê lê lê xwanga min lê dayê canê lela min
Çavên belek, biskên xelek li xeliya sor li te
Dawên zer cilên zirav kincên tenik jî ser te
Qêrîn û qarîn jî li te, leme lema çemê Erez e

Lê lê lê xwanga min lê dayê canê lelâ min
Li ser pira Qaqizmanê de birîndarê me nin
Li ser pêşt wan de jî pakrewanê Kurda nin
Birînê şehîdên me de gulê Tirk û Ecema nin

Lê lê lê xwanga min lê dayê canê lela mi
Li şox û lehiyên xwîna pakrewananin me
Xwîna şehîdên me tev ava çemê Ereze bû
Pêl dane tên leme lem bo azadiya me Kurdan.

03.04.2009
Yıldırım

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 4.4.2009 19:31:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu