Ez hesp im, hespê reş im
Bi azadî dibezim
Wî rewşa xwe razî me
Zîn û liwan naxwaz im
Ez hesp im, hespê reş im
Şiyar im ne xilmaş im
Zozanan de diçêrim
Her tim rehwan dimeşim
Ez hesp im, hespê reş im
Ez bi xofan naweşim
Ez hêvî û şahî me
Xemgîniyê naxwazim
Ez hesp im, hespê reş im
Wek birûskê dimeşim
Ez kolê kesa nînim
Ez beşerim newehşim
Ez hesp im, hespê reş im
Xerabî yê direvim
Bin qamçiya zilmê de
Bi sond jiyan naxwazim
Mehmet Çobanlglu
15.09.2025
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.9.2025 19:40:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!