Ez Her Zıvıstanê Dımırım

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Ez Her Zıvıstanê Dımırım

Jîyan ditevize
Dimîne hêvîya biharê evîn
Şev dirêj
Şev tarî
Şev serma u seqem
Keştîya ji hêvîyê barkiri
Di asoyande wunda dibe
Min dilê xwe ji tere vekir wek bender
Bizvire cav şînamin
Lenger biavêje nav bendera dilê min
Ezê te star kim
Ji gura,ji hirçan ji awirên cevan
Jı ba, bahoz û cerdewan ê deryayê
Bedena xwe tême çeper
Ezê te biparêzîm
Zu were
Hê jî zivistan nehatîye
Qulung koçber nebune
Dara pelê xwe neweşandîye
Xwezayê rengê xwe ne guhartîye
Zu were gerden zera min
Gava tu dereng bimînî!
Ezê bimirim...
Ma tu nizanî?
Ez her zivistanê dimrim...

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 8.10.2013 14:45:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş