EZ GRÎYAM
Ez girîyam dev li min bûye sotika agirê
Zarokek dest da dilê min
Te girîn, bû stêrk û barîya li ber pîyê min
Zimanê min birî ne
Lê azade dengê bûka baranê
Zarok li ser milê min
Dest davêje pelê dara
Hewarê, gunda dişewitînin dayê!
Dest davêjin pelê dara
Rabe lawê min,rabe dilê min
Lê şerme, rabu ba û boran
Şev buye ne yarekî bê ziman
Li min digerin dayê
Helbestên azad,
Ez grîyam, çavên min bu baran
Dilop dilop tên xwar ji ezmana…
Nanê min ji min stendin bavo
Wekî qimil ketin di nav genimên me…
Destê min şikestîye yarê
Ji hesreta porê te…
Ev çiye dayê
Ev çi xewnek ne xweşe
Bi şev bi roj
Di ber çavên me dibare
Dayê ez girîyam tû negrî
Navê min hêvîye
Ji bîr neke tû dayê
Kayıt Tarihi : 20.2.2011 22:53:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!