Heke tu bihêle ezê bibim Ferat û biherikim te
Çi çiya çi newal, kî dikare bibe mertal
Ez Ferat ê şur tujim
Tehta jêdikim wek penêr
Çiya quldikim wek agir
Kevir dibin rondik, ax dibin hine
Veşêr e rondikê xwe, rabe hinê serê xwe bike
Bêje Ferat e min tê
Ez Ferat ê, bê baskim
Nafirim lê diherîkim
Meyzekin çavnebaro
Ezman dibêjin bejin zirav
Dar dibêjin dilav
Lêv zua bûn e, dil bin av bûn e
Bila newal mizgînîye bidin te
Ez têm, ez hatim, ez viha me...
Kayıt Tarihi : 13.6.2017 15:09:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!