Di ruwekî de ez çav, tu kil
Di laşekî de tu can, ez dil
Li adarê ez bilbil, tu gul
Li êşan tu kewanî, ez kul
Li jînê tu êşrakî, ez êş
Tu perwaneyî, ezê sergêj
Ez hebunim tu bi xwe evîn
Ez hizrim tu jibo min dîn
Li zevîya dilan tu simbil
Li serê şikêran ez bilbil
Li ezmana tu rojî, ez heyv
Pirtûkê de ez hevok, tu peyv
Li şînahîyê tu geş bahar
Li serê adarê ez wesar
Ez zingilim tu jibo min dêr
Tu mizgeftî ez jî banga xêr
Li vê dinyayê ez şêva reş
Tu jibo dilê min roja geş
Ev çîrok, çîroka du kesî
Hişşşşt ti kesî pê ne hesî
Kayıt Tarihi : 27.10.2023 22:56:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!