We dem dızi jı şeva mın
Ew çîrok ne ya min bû
Bila kes nexwîne jîyana para min
Bila kes nekişîne werîsê stuyê min
Qerîna jinika li derê xanî
Ker dike çîyayê bilind
Û nêrîna zarokan bû pêt û agir
Şewitand bedena tevizî
Ez şewitîm
Can şewitî
Beden peritî…
Nava xirabegund da wek mişkê kor
Xwelîya vedayî li serê xwe dikim
Tilîyên min şewitandin wek agir
Dirêsim vê jîyanê wek tevneke îranî
Çavên qehveyî bê kil
Ka bivêje xewnerojka hêşîn
Nuxumandin êşên me yê bê nav
Ez êşîyam
Can êşîya
Beden nalîya…
Wusa limin nenêre ya zarokên suretqemer
Hêvîyên te man li bîrên bê binî
Li nav goristanên dîrokî û derîyê kilîtkirî
Belav dibe li kolanan bêhna xemgînîyê
Di xeyalên te de veşartî bun hêvîyên min
Sekinîm di bin lambeyên kolanan
Herikîn ji ser lêvên min de rondik
Ez girîyam
Can zarîya
Beden qêrîya…
28.Şubat.2014
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 1.3.2014 09:47:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Ahmet Baygümüş](https://www.antoloji.com/i/siir/2014/03/01/ez-esiyam.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!