EZ DIXWAZIM
Ez dixwazim tu bi dengê dilê xwe Min guhdarî bikî
Dest ji reşbînê berdî
Û ji min bawer bikî
Ez dixwazim Te li ser baskê dilê xwe bigerînim
Di çavkaniya evîna xwe de bilorînim
Ez dixwazim tu ji min re Li hespê evînê siwar bibî
Li warê Mem û Siyabend
Sermest bigerî Ez dixwazim tu vê birîne bibînî
Kêwîtiyê tu derman bikî
Û bi rondikê çavê xwe birînam ziwa bikî
Ez dixwazim tu bi min bizani bî
Tu xwe ji min dûr nekî Û her timî nêzî min bî
Ezê te li warê evîna xwe bigerînim Û ji dildariya xwe ji te re
Çîrokvanokan bihonînim
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:41:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Harun Akkul](https://www.antoloji.com/i/siir/2023/03/04/ez-dixwazim.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!