Ez Dixwazim Ax û War Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ez Dixwazim Ax û War

Her rojan bi her şevan, ax dikim axîn dikim
Ez sêwî berxê bêkes, kalekale dikalim
Digîrim, dişewitim dilêm min bêrîndare
Xerîbîstan jî zore, salane dergevanim

Herdem pir dinalim, xem dikim xemdarim
Rondikên min bûn robar, mina berfê dihelim
Ez carcaran dibim ba, caran jî dibim bager
Tim canê xwe dikutim her dem welat diqarim

Ez agirê bizotim ez stêrka Venûs’im
Wele qet natemirim û her dem dişewitim
Ay dil ez tim rebenim ez melûl û xembarim
Ez çima tim bêhalim, bêwelat û bêgulim

Ez dixwazim ax û war, ez dixwazim gund û mal
Em dixwaze ronayî, roj naçe ava her hal
Ez qurban bi eşq û can gula sor û gulîstan
Êdî bese bindestî; gel azad bikin îsal

Ez agir ez êtunim ez gedê Kurdîstanim
Tazî, birçî û pêxas, bêwarim û bêhalim
Ez Memê Eyo ê Rizgo, lawê Qaqizman’ê
Vir û viz tune ba min bendewarê weltim

Mehmet Çobanoglu
06.04.2012
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 8.4.2012 00:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu