EZ DI XWE DE GIRTÎ ME
ez
li wêraniya temenê xwe
bi destên dostxwiyayên ne dost
birîndar bûm
derya
di êşa min de
werimî
qelişî
û veçirî
ken û şadî
di hevîrê xeman de
hatin stirihandin
sebir
di qapaxa awirên çavan de
qerimî
bîranîn
di kul û birînan de
perçivî
dil û kezeb
li hesreta agirê evînê
hatin sotin
ciwanî
li tofana çolistanan
tarûmar bû
êdî raman dilerize
hevok
li ser ziman dilikumin
ez
di xwe de dîl im
li kendalên neynika dil
li xwe digerim
ji xwe direvim
li nav pêlên jiyana kevzgirtî
serûbin dibim
li okyanûsa hinavên xwe
kaptanê keştiya bêperav im
di qelşa zinaran de
gulpika binevşa nebişkivî me
li şevên mîrata tenetiyê
meya jana helbestan
dinoşim
di destê postavanan de
nameya bênavnîşan im
li dibistana mirinê
di sinifa jiyana bêbext de mam
hestên kefenê ripîreş
xwe li gewriyê giyanê min
radipêçin
termê jana helbestên xwe
di gora efsaneke kevnar de
vedişerim
di nalenala min de
stêrkan
şîn girtine
her şev bareşekî xerîb
berbangên pencera min
mizdide
bextreşên xwenenas
li bihuşta dil
reş girê dan
ava kaniya zeviyên min
miçiqandin
ez
di rastiya hebûna xwe de
xeyala
li nav tesadûfa me
her roj
donzdeh mehan
ji salnameya
temenê xwe yê qurmiçî
dişeqînim
min
sira xeyalên serserî
li paşila rûbarên xewnan
bi xunava maçên lêvan
nixumand
Xizan Şîlan
2007-05-28
Stockholm
Kayıt Tarihi : 16.1.2008 02:58:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!