Ez çibkim li dinyayê
Tebata mi lê nayê
Êşa min pir girana
Hilma wê li mi nayê
Ez çibkim li dinyayê
Geşî ti car jê nayê
Zevîya hişk û pola
Wellahî zad jê nayê
Ez çibkim li dinyayê
Ti carî xêr jê nayê
Ka navê bav û kala
Yek nema li dinyayê
Ez çibkim li dinyayê
Karê me li wê nayê
Sewalê zipziwa ya
Eca sipîk jê nayê
Ez çibkim li dinyayê
Ti kes li wê nemayê
Heval û hogir çone
Tenê mam li dinyayê
Ez çibkim li dinyayê
Sare, germa wê nayê
Sar bi xwe ewjî sare
Nahfa wê li me nayê
Bi tenê tenêtîye
hevalê tenêtîye
Ciz ciza tenêtîye
Nav qahfê tenêtîye
helbest, lekbêj
Zandar AmariKayıt Tarihi : 29.2.2020 18:12:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!