Lê bejne li wê bala
Lê xemle li wê zala
Ez kuştim li dinyayê
Lê kene li min nala
Ne roj û ne bi sala
Ne mal û ne pertala
Ê çibkim li dinyayê
Dilé reben bi nala nala
Lê xweşe li wê geşa
Çav reşa porî reşa
Ez çibkim li dinyayê
Jiyan lime rû reşa
Wek pela hişk û nazik
Poz û dev li wê xweşik
Ez çibkim li dinyayê
Bê wê hinavêm sarik
Ew ço bi xwe hesîyam
Bi çona wê êşîyam
Ez çibkim li dinyayê
Wek dîna ez gerîyam
Ew evîn nê encenî
Ew agiz nê mirovî
Ez çibkim li dinyayê
Ew işqa nê bi hovî
Ne dûr û ne neza bû
Ne xuya ne veşar bû
Ez çibkim li dinyayê
Ne hebû ne tune bû
Helbest, Lekbêj
Kayıt Tarihi : 29.2.2020 18:19:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!