Keça Delal Ez Bo Te Dîn Bûm

Mehmet Çobanoğlu
2564

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Keça Delal Ez Bo Te Dîn Bûm


Keça bedew ez bo te dînim, harim
Delalê tu yî gula her biharan
Min bêrîya te kir, ez bendê te me
Bê te jiyîn min re bû berf û baran

Keça bedew ez bê te dilkovanim
Ez dikim ji bo te bêm, rê girtîne
Bê te jiyan min re koz e agir e
Dil û gurçik li min pirtî pirtîne

Keça şêrîn wele tu dilê minî
Keçê ji bona te ez tim benginîm
Tu gula havînan germa rojanî
Dildayî ya min, bê te pir xemgînîm

Keça xweşik tu bo min dilşadî yî
Bi sed sondan ez bo te dîwane me
Ji eşq û evînê ye ez dihelim
Hey lê bedewê ez heyrana te me

Keça hêja ez li ber bextê te me
Lê kerema xwe guh bide min, were
Bê te jîyan tim min re kule, derde
Tim qîrînî û qajînî, haware

09.07.2017
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 9.7.2017 00:52:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu