Ez Birîndarim Rê Naqede

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ez Birîndarim Rê Naqede

Bi sond şev pir tarî ye, rê herî ye
Dem bû qîr, zeraqa sibê venade
Bi vê rewşê dimeşim rê naqede
Ji bêbextî yê, roj qet serî nade

Neyar şop û rêçên min dişopînîn
Enî ya min de xwêdan dilop dike
Lê dayikê, birîna min pir kûre
Kerî, kerî dilê min xera dike

Ez bêhalim, bi gullan birîbdarim
Bi qirş û qal, dirik mecal nadin min
Ser xîç, kevir û girikan dimeşim
Bi cahş û xiniz rehetî nadin min

Birîndarim, birîna min jan dide
Ez qurban, cîhan dîsa li min şeve
Dildarim û dilevînim, perwerim
Bimirim jî, ala gelan danakeve

Bûm kozir, dilê min hesin dihelîne
Şev qîr û qetran e li min agire
Azadî, welat, rûmet, evîn şirîne
Bi sond, destbend van zendên min nagire

Mehnet Çobanoglu
09.09 2020
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 9.9.2020 17:43:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu