Tu her biharan gula ser şaxayî
Rojane, te digerim, yar tu kuyî
Delala min çavê min rê ya te ma
Evîna min bendê te me, tu ku mayî
Delala min ez bûm Mem tu jî Zînî
Tu dilî, tu evînî, tu mezinî
Lê bedewê dilxwazî te dixwazim
Tu haj min tuneyî, dibe ku dînî
Ez bo te dildarim, her dem bengînim
Rewşa min bû keder, bête xemgînîm
Bête jîn, jiyan li min re herame
Tu ji min pir dûrî, bête rebenim
Hew li min heyfa min, dil min bêrîne
Bête jîn min re fîxaene, qîrîne
Ax li min xeman, keseran bêhalim
Yar wele bête dil min re arîne
Yar hesûdên min û te tim bêtewşin
Bi rojane, ser me de ewrê reşin
Evîna min, ez bête nalenalim
Derd, kul û êş ser min de dimeşin
29.10.2017
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 29.10.2017 22:03:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!