Ey Meşvanê Şaristaniyê

Abdullah Karabağ
79

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Ey Meşvanê Şaristaniyê

Ey şervanê jiyanê;
Bûyîn dubendî ye, ne bi jorîn, ne bi jêrîn e
Ji dayikbûyîn, hebûn an jî tunebûn ê.
Merheleya te a yekemîn şerê jiyanê ye, bêguman
Ew rastiya meşa te ye, fitîla şaristaniyê vê dixe
Meşvanan hildide ser milan an jî dide bin lingan.

Ey şervanê serdar;
Danîna kemînan, girtina rê û şeverêyan,
Tar û mar kirina welatan bi seferan, bi talanan;
Menzîl dirêj e, ne qonaxek, ne sê, ne çar... in
Lê dixî, vê dixî, pê dixî... dagirker î, dimeşî û têyî
Da ku bi serkeftin, da ku serbilind û serwer î
Da ku dewlemend î, pêşmêr î bi destê zordariyê.

Ey şervanê biserketinan;
Çiqas bi nav û deng bibî bibe,
Dive ku nizanî, dive ku sermest î, poz bilind î,
Gelek pînê reş an jî birînên reş bi rastiyên te ve ne,
Deynê te ya şaristaniya te, ew qas giran e ku
Tu çi bikî bike, tucarî nikanî bisencinî!
Ey şervanê remildar, ey şervanê kevnare,
Ey şervanê sergerm û serdem...
Mîna gotineka rûspiyan ma di guhên te de bin:
Em gel in, gelên ku ji gelên qedîm ya cîhanê,
Çerxa daraxa te ji me û ji wan ne bihêztir e
Mirov hene ku tev agir in, tev rêzan in
Dibe ku birçî bin, tazî bin, bêper û bêçek bin
Lê eşk û ronahiya xwe de ne.
Tu çi bikî bike, çem ber bi jor nayên herikandin,
Bi qirkirinan, tucarî nikanî eşka wan tarî bikî!

Ey şervanê şaristaniyê;
Min tu hilbijart wekî dengbêjekî ji koma bilbilan
Mîna êşeka ji êşan, mîna sebreka ji sebra dilêşan
Min tu hilbijart mîna guleka ji gulên ser destan
Min tu hilbijart weke keskesorekê ser behran.
Ey şervanê me,
Ey şervanê meşa azadiya me,
Ey meşvanê rizgariya şaristaniya me;
Da bê..! Da bê..! Da bê..! Da ku jin û mêr bên!
Da bibin sazgêr, da bibin kargêr, da bibin zaniyar...
Em şaristaniya xwe ava bikin!

Sewta Berbangê

Abdullah Karabağ
Kayıt Tarihi : 5.4.2006 16:29:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Abdullah Karabağ