EY MELEK
Merheba yar, sed Melek fedayê te bin pir gelek
Serwe bejnê, di lorine u vaye tê jî, birca belek,
Tasek şerab bi dest daye, dev u lêvên bimbarek,
Hiş u sewda ji min birye, dil şewitand bi carek
Ewê dil şewitand iro, qefesa sing, mina pêt
Çi agir pê daye gelo, me jî kirye din u şêt
Ew Melek e, wê alavê, bi ser singa ve rêt
Lewraye ku dilê reben, teşrifata wê dipêt.
Dilê reben di gazine, ser lê buye mat u gêj,
Omrê fani di tenyayê, sax namine wa dirêj,
Te ez kuştim bawer naki, didi ber tira, tu hêj,
Ya min rake, himbêz bike, yan, ji dilê xwe bavêj.
Bawer naki, dîlê dil im, şev ta roja, li çolê,
Bê hiş mame, bi feryadim, qet nayi der, ji malê
Singê te, qefs u qedaye, roj, pora te di honê
Reben ez im, mina Evdal, dilê wêran li holê.
Tev Melek kuştin bi qestin, çavên belek ser seri
Şev u roj bi şer mebestin, li ser singa berberi
Evindaran, xwe parastin, dikin secde li ber deri
Na mije kes, ji kaniya av- zelal a kewseri.
Kayıt Tarihi : 29.12.2014 21:48:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!