Ey Hawar Şiiri - Harun Akkul

Harun Akkul
46

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Ey Hawar


EY HAWAR
Di binê şewqa hîvê de
Min hîs kir rêwingiya te
Hê dayikek
Li ecêbmayîna welidandina zarokekî
Heyirî mayî
Destê zarokê
Di nava paxila dayikê de digeriya
Lê tu
Dimeşiyayî li ser rêwingiya bê xatir
Û tu bi gavên lezgînî diçûyî
Û te negote min bi xatirê te
Lê niha ev çavên te
Bûne sedema sekrana dilê min î sêwî
A niha bêhna te tê min
A niha ew çavên te Bûne sedema dînbûna min Delalê ez bi şewqa stêrkan re
Wêneyê te dadileqînim
Wêneya te
Bi ser parsûyên xwe re dikim Ey hawar li te mêze dikim Bi tiliyên xwe
Bedewiya te xêz dikim
Û şenga te li cihanê belav dikim
Hebika min
Ji agirê li ser lêvên te

Lêvên xwe dixim tahtela wêraniyê
De vegere delaaal
De vegere
Hemû çûyinên bê te zû ne
Her ku tu diçî Koncala dilê min
Tijî hesret dibe
Û
Bîrarînên te li zindana dilê min dibin mêvan
Dîwarê zindana min bilind dibin Bilind dibin û min difetisînin Va ye îro Bi helbestek wêran qîr dikim
Guhdar bike giriyê dilê min
Guhdar bike hewara min
Ey hawar
Ey hawar
De were
De were
Te bi destên xwe evîn wêran kiriye Li wê zindana
Bi destê împaratoriyan hatiye çêkirin Daxwazên min zingar dike Ger tu werî
Were min bi xwe re bibe
Ango tu jî li cem min bisekine Ezê di şevek Amedî de Li benda te bimînim Ger tu werî Tilîliya min ji bo te 84
De were Min jî bi xwe re bibe
Lê tu ne vegeriyayî A niha li ser rêwingiyê me
Meşek lezgîn bi min girtiye
Her demsalê mehan diçikînim li pey xwe
Û
Nêzî te dibim
Ez birayê Memê Alan ê dilbirîn im
Havalê evînê me
Evîndarê Fatoş a rûkenî mî
De were dilê min
De were delala min
Bila gihîştin ji bo me nebe xeyal
De were lêêê Ji hesreta te
Bîra nav melaxên min çikiya
Werisekî ji kezîkên xwe yên honandî
Berde binî
Yek bi yek derxîne kulê dilê min
De êdî n’êşîne canê min
De were lêêê
Çima tu nayî Û destê xwe dirêjî destê min nakî
Ma naye te dengê dilê min
Û
Dengê hawara helbesta min
Gelo şev çi dixwazin
Tarî ji bo çi Çavên min çima ziwa bû


Zexeliya giriyê min ji bo çi

Harun Akkul
Kayıt Tarihi : 5.3.2023 09:49:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • İsmail Sağır
    İsmail Sağır

    Şiir sever ve yazar yüreğinize sağlık, şiirlerin altına Türkçesini de yazarsanız memnun olurum. Kürtçe okuyamıyorum.

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Harun Akkul