Ey Dilê Min Wisa Nabe

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ey Dilê Min Wisa Nabe

Wargehê me bû gorîstan
Kul û xem û bi derdîstan
Felek mala te helweşe
Bihar min re bû zivistan

Ey dilê min wisa nabe
Min derenge hayde rabe
Li ava çeman miçiqî
Wax her der min re xirabe

Ev çi hal e ev çi xopan e
Duxan li ser bajaran e
Gulên axa me qetandin
Bi tankan û bi topan e

Li min kedere, şewate
Êş û derdê min tewate
Bihar li min bû zivistan
Ne gul mane, ne nebate

Ey dilê min, dermanê min
Dîsa qetandin gula min
Li min mije min dûxane
Bihar bû zivistana min

Mehemt Çobanoglu
19.07.2019
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 19.7.2019 15:35:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • İlker Murat Çinitaş
    İlker Murat Çinitaş

    Dest ê te sax be her hebî mamoste yê hêja

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu