Xwang min û kekê min
Ez qurban dilo can
Gava wela tê me tê bîra min
Ez dikevim xem û xeyalan!
Ez dihelim agir,sot û hêtûnan
Bo welat bo azadîya me
Bo serferazîya gelan..
Ez dişewitim qîr û qetranan!
Xanga min û kekê min
Ez qurban dilo can
Gava welat tê bîra min
Ewreke reş tê
Roj min giran û tal,
Şev min tarî dibe
Xewa min direve
Bijangê min tu naên hev
Hêlm dikeve her çavê min
Ewreke reş bagerekî qelaş
Mij û dûman kevî yê berfan
Sur û seqem ê sar
Dikevin nav mejîyê min
Disa hêdî hêdî dicemidim ez …
Oy dilo dilo can dilo
Gav welat tê bîra min
Xewa min direve
Şev min dirêj û tarî dibe
Ewreke reş tê ser min
Dîsa bêwîcdanî disekine
Stêr bo şevan naên xuya
Stêr asîmanan nabiriqin dîsa
Destê min de
Bijangên min de naşimitin
Heyva bedew nabişire û nakene.
Dîsa bêmede û bêdil dimîne…
Nizam çima,
Ma ew jî min xeyidiye?
Xwang min û kekê min
Ez qurban lo dilo can
Gava wela tê bîra min
Ez dikevim xem û xeyalan
Deşt û zozanan
Diçim ser çiyan û gir a
Çem û kanîyan
Heta devdevî sibê
Asoya berbangan
Kend û newalan de
Pêl û pêl diheriqim
Gul û kulîlk û binefşan
Dîsa Şivan û gavanan digerim…
Xwang min û kekê min
Ez qurban lo dilo can
Gava wela tê bîra min
Ez dikevim xem û xeyala
Barê min tê bîra min
Ez xwe dihesim
Xerîbîyê naxwazim
Ez xwe rexne û gilî dikim
Diwestim û dibetilim
Disa nasekinim
Ez welatê me daxwazim….
03.05.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 5.6.2009 14:24:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Min helbesta te ya jorin bi baldarî xwend.
Çendek bêje nadicîhte kar hatine...
Helbest di aliyê kurdewariyê de serkeftiye lê belê di aliyê rêzimanê de gelekî qels e..
Disa jî meriv rêzdariya vê dugelê ya qirêj bidî ber çavan zor zor serkefti ye rêzimana te..
Bi hêviya berz û pîroz...
TÜM YORUMLAR (1)