Ew Xezal E Şiiri - Uygar Yeni

Uygar Yeni
379

ŞİİR


6

TAKİPÇİ

Ew Xezal E

Şev e şilehiyek a qilêr e navsînga şevê de
Awazên heviyê ku afirandina tirsê ye.
Ewr nêzîkî erdê
Û birûsk lê dixe li dilê min

Şivanekî şilbûyî ya dilê min
Di nav çiyayekî ser bilind û serxwe de
Notla tîrêjên tavê yên nû
Bihêle bila evîn têkeve dilê min

Dengekî bêhempa û qirêj
Ku te bihîst wî dengî
Perçe perçe bûbû dilê te
Dest piyên te û laşê te tim belaw bû ye

Dilê min dîsa bû eşqiyayekî bê xwedî
Hey Xwedê ma ev çima û dîsa
Dilê min perçe perçe li ber çavên te
Wekî berê wekî doh û pêr

Wekî li Dersîmê wekî li Zîlanê
Wekî li Agiriyê Wekî li Qoçgiriyê
Hey Xwedê ev dê kengê bisekine
Zarokekî 13 salî laşê wîê13 perçe

Gulebaranek çêkirin li ser zarokekî 13 salî
Hey Xwedê ma ev çi hal e û edelet e
Te kir dilê Kurdan eşqiya te kir hey Xwedê
Edê bila yar bin kesên ku tên ba dilê Xezalê

Li ser dilê Xezalê di bin siya çar daran
Laşê wê çel perçe dilê Kurdan bê deng e
Bê xwedî û bê yar e
Jiyanekî 13 salî û bi dawîbûna neyarî

Xezal e lê 13 salî
Delal e lê 13 salî
Dijmin li paş daran de
Bombe kirin di nav pezan de

Dengê ku te bihîst
Ew ji destên neyaran de
Dilê te kirin perçe perçe
Rihê me pûç e li ser kuçe

Êdî bila dawî be
Bila Xezal yê dawîn be
Êdî Kengê bidî sekinandin
Hey xwediyo ew Xezal e

Uygar Yeni
Kayıt Tarihi : 4.12.2013 21:11:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Uygar Yeni