Ew Peyva Ji Agir Şiiri - Şêxmûs Tayfûr

Şêxmûs Tayfûr
23

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Ew Peyva Ji Agir

ew peyva ji devê te de ket
û mîna kuzotekî agir niqutî kezebê
li ser dilê min şewata evînê hîşt
û tu beziya bi bayê sibatê re..
li pey te rondik man di çavên belek de
hemû demsal êdî zivistan bûn
ew demsala pîroz
ne payîze
tev bi navê de diqedin stran...

Şêxmûs Tayfûr
Kayıt Tarihi : 14.2.2009 22:16:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Berhîm Paşa
    Berhîm Paşa

    Birayê hêja û delal di serî de ez,te pîroz dikim...

    Bi rastî ez, zimanê te yê helbestan pir diecibînim;ji ber ku zimanê te akademik e..
    Ji helbestan re zimanê mîna yê te divêt...

    Kekê min ez,helbestên weha kurt/kin dişibînim moriya/gêrika,jiber ku bixwe piçûkin û barên wan gellekî mezin e...Bi rastî jî helbestên kin karê hostanin çukî van helbestin kurt re wateyên mezin divêt...

    Têbinî:

    'Ew Peyva Ji Agir' Divê di hevokê de peyfa 'Agir'

    bihatana tewandin yanê 'Agir' ewkî 'Êgir' bihata tewandin..
    Di du cîhan de 'Agir' derbaz dibe û nehatiye tewandin..Divê tu vê yekê bidî ber çavan...

    'û tu beziya bi bayê sibatê re.. '

    Kekê di vê rêza jorin de bêja 'beziya' gelo 'bezyayî' divê neyî nivîsîn ?

    Ez,çarekdin te pîroz dikim.Bi hêviya berz û pîroz..

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Şêxmûs Tayfûr