bin dara guzê li benda te mam.
bêdengî ya nîvê şevê,
te hêvî limin kuşt.
evîn brîndarbu.
min derdê xwe,
ji dara,kevira û deryayê bê binîre got
rojên xemgîn,
çavên xunavî,
ji kulavê şivanî pirsî.
ewr û esman bun şahid.
deşt û çîyan lerizîn.
mar u mişk ajal tev min hisîyan.
çem û av neherikîn
guhdarî kirin
jîyan rawestîya...
bi dengekî tasavufî qêrîyam
min got...
bibihîzin,
guhdar bikin,
lê binêrin
xwedîyê evîna wundabuyî
xwedîyê welatê bê nav.
mirovê bê nasname
mirîyê gora bê kêlik
kuştîyê bê faîl.
Zaroka rojava,
ew ezim....
Kayıt Tarihi : 25.9.2013 09:39:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!