Evîna Welatê Me Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Evîna Welatê Me

Evîna welatê me nav dilê gelê me de gulgulî ye
Kesk û sor û zera wê jî di tev de rengrengî ye
Ew gul û kulîlkên wê bi ser axa me curbecur in
Di me re bihara hanîne û havîna me jî nav de ye

War û welatê me gulgulî û him jî rengrengî ne
Sorgulên dar û berê wê gul vedane û hêşîn bûne
Zozanên wê gul û kulîlk û sosin û binefş tijî ne
Îro me re bihar e welate gulpik wê bo me vedane

Di nav evîna dilê me de sorgula welatê me heye
Xemla bûkan û keçan ala me Kurdan jî navda ye
Ser zimanê me de lorîk û axîn û awaz in berz in
Yek soranî yek goranî ê din jî dimilî û kurmancî ye

Welatê me nav dilê me de ronahî ye ew roja meye
Ew gul e û ew sosin e ew benefş e ew jiyana meye
Ew rengê ser gulan ew xwendin bilbilan û teyran e
Ew evîna dilê me ew rûpişt û betanê ser canê me ye

Bi rastî welatê me deşt û zozanan ve xweş û geş e
Bihara me jî nav de rengrengî û gulan ve gulgulî ye
Evîna wê dilê me de wek hespê çeleg bi lez û bez e
Xwe jî bi dilekî kurd û kurdewarî bihuşt û fîrdews e

Welatê me bihara me evîna me ye havîna dilê me ye
Diya me û bav û kalê me ew keç û law û birê me ye
Heyva nav şeva me û ew tim germa li tev roja me ye
Tirêj û pertavê bo berbanga me û ronahîya roja me ye

Welatê me bawerî û ewlekarîya me ew hebûna me ye
Ew wargehê me û warê me diyarê me ew welatê me ye
Ew çem û kanî yên evîna me ew dilê me de leme lem
Ew dikişe xwîna geveze ew gula sor û welatê Kurda ye

03.04.2009
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 8.5.2009 23:38:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Aydın Kizir
    Aydın Kizir

    tek kelimeyle harikasın ustadım. kutluyorum

    Cevap Yaz
  • Fahriye Kesid
    Fahriye Kesid

    ew welate heşık tı dımine hertışte te deste teyi derde çı ketının nava çiya insane gerek nan dharı sofrede tıf neke em jıvanra HAİN dıbejin

    Cevap Yaz
  • Mîhemêdê Zirav
    Mîhemêdê Zirav

    ''Ew dikişe xwîna geveze ew gula sor û welatê Kurda ye''

    erê ew welatê Kurda ye, ew emê welatê me..!

    Cevap Yaz
  • Berhîm Paşa
    Berhîm Paşa

    Ji helbesta te ya ku min fam kir,tu hesretkêşekî bêçareyî...
    Daxwaz û hêviya min ew e,Xwedê ji gor dilê te,bi te de...

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (4)

Mehmet Çobanoğlu