Haydê dilê min,
Xwe bixemilîne!
Em dê îşev bikevin rêwîtiyên dûr,
Em dê stranan bêjin ku qet kes nebihîstiye…
Haydê dilê min,
Em herduna dê bikevin li bin axê!
Ji bo hemû evînên mirî,
Em dê dîmena hêwiyê dîsa çêbikin…
Niha dem e,
Masê xwe pêyda bikin,
Rêyekî çêbikin li pêş xwe,
Tavê bibin li biniya erdê…
Em dê av bibin li çolan,
Em dê îşev ji bo evînên mirî wahayan bimiçiqînin
Haydê dilê min, rabe!
Em dê herin li Efriqayê, Esyayê,
Em dikin ji bo zarokên feqîr kulmek av,
Mitsek sabûn bibin,
Ew dê xwe bişon, ji sed salên destên qilêr yê wana…
Haydê rabe dilê min,
Îşev em rêkevin,
Rêya me dûr e;
Em li çolan xwe bipêjin, dê herin erdên sarîn
Em dê mewsîmên sar yê dilê me bibin wan deran jî…
Rêya me dûr,
Karê me zor,
Haydê dilê min,
Dem e,
Rabe em herin,
An jî evînên mirî jî winda bibin…
Haydê dilê min!
Rabe em herin,
An jî bêwextek deriyê te lêxe;
Li dest û lepê te,
Li dil û hişê te de çi hebe ew dê hilbigre û bibe,
Haydê dilê min dereng nemîne!
Rabe em herin,
An jî xewnên te jî winda bibin…
Kayıt Tarihi : 4.12.2013 21:02:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!