Evîna nav dilê min ronahîya çavê min
Ez bi gorî roja te, ez heyrana navê te
Bilbila min eşqa min; ez qijikê ez mehrûm
Rabe ware zû ware, ez hêvîdarê te me
Bêhna te difnê min de dengê te guhê min de
Tu xwenî tu xeyalî hertim berserê min î
Tu xezalî tu bedew, wênê te destê min de
Her tim hêvîya te me zû werê bendê te me
Temena min emirê min, dîyarîya dema min
Mala min warê min, gul-gulpikê baxê min
Bi tenayî pir zore wek çole wek mirine
Perişanim, bêkesim rabe werê li bo min
Bejnûbal lê ziravê, tu şêrîn tu higivî
Ez xerîbim ez dûrim, welat jî ket bîra min
Evîna min ez tî bûm dil min jî dişewite
Çem û kanî miçiqîn tu qime av bide min
Keçê rindê, bedewê dixwazim tu were
Pêşîya me bihar e were min bibe here
Ez Memê Qaqizman’ê gedê gundê Şewan ê
Evîna min zû were herêma me Serhed e
Mehmet Çobanoglu
04.03.2012
Stenbol
Kayıt Tarihi : 3.3.2012 23:45:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
TÜM YORUMLAR (1)