Evîna me wek evînek xemxrîye
Ez aşiqê çîyayên wî, kevir û axa wî,
Hêşinahîya mêrg û zozanên wê,
Dengên çemên pêl bi pêl diherike,
Kevokên reng bi reng xulxulî.
Bi bayên wî ên sivik ra per digrim,
Û hûrik hûrik dikişim di hembêza asîmanê wî da
Dîsa li her wargehekî da bi dengê dengbêjan
Rih tê min û îja dîrok dibe qonaxa min.
Evîna min û welatê min awêneya dijîtîyê ye
Hêlekî çemê Ferat bi gim gima xwe
Dibe raperîn li hemberê neyaran.
Hêlekî rondikan dibarîne çemê Dîjle
Kul û keserên dayîkan barkiriye bêdengîya xweda.
Roj li ser milê wî bilin dibe
Welatê min dinê ronî dike, germ dike.
Lê li dijî zilm û zorê,
Kawan, Xanoyan û Risteman
Dide hemberê Dehaqan, Romîyan û Farisan.
Kayıt Tarihi : 1.12.2023 11:14:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!