Evîn û Hez Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Evîn û Hez

Nav dilekî de evîn û hez hebe
Bi ew dil tim êtûn û tim agire
Li nav dil de bêrîya welat ji hebe
Her dem şîn û şîvan, êş dil digire

Dil bi her gav wargehê evînê ye
Ew tu bêevîn û bêsevda nabe
Dil de hez tunebe ew dil zinare
Wê demê navde aramî çênabe

Ew dilê bêbextîyar wek heşire
Qîîme evîn ji dil re pir mezine
Xerîbî jî dil re qîr û qetrane
Bêsewdayî jî gilî û gazine

22.05.2015
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 22.5.2015 23:39:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu