Ne dilê me de kînek
Ne jî dîroka me de lekek
Ne şaşîya me
Ne jî derewîya me heye
Em kurd in, em mirov in, em can in
Em maf naxwin,em kedkar in
Xêncî biratîyê, aştîyê
Kêmasîya me qet tune
Çimkî em gelin
Gelî efendîno gelî mîr’no
Em gelan re dost
Em bawerîyan re rêzdarin
Bûyîna me de li heta vê rojê
Em evîndarê van axa nin
Me li me nehesibnan re
Zimanê me û perwerda me re
Çandê me û reingê me re
Navê me re qedexe dayninan re
Xencî berxwedana me
Tune çara me
Dîrokê Binihêrîn
Derê dilê me vekirîye
Bixwînin rûpel û rûpel
Yek bi yek
Em bun wê rojê bi hev re
Kozikan û sîperan de
Mil mila
Hemberên neyaran
Rûmeta me va,fêzê me va
Wek dilekî de em hemûyan
Serî li me bilind
Em hev piçiyan bûn,dîrok şahidê me ye
Gelî efendîno gelî mîr’no
Ev rik çima
Ev tunebûnî çi
Ev pevçûnî çîye bo çi bo çiye
Anatolya me re bese
Mil şikesdandin û can heldan
Kuştinên zarokan
Şewat,hilweşandinin gundan
Guhartên nava
Xelkekî tunekirin û nehesibandin çima?
Werin cano ez qurban
Îro me re dostî divête
Serbestî,wekhevî,dadmendî divête
Bi hevre yî re hewcîye
Vê pevçûyînê re
Vê janê re derman
Vê talayê re çare divête
Vê axê re aştî
Mirovanîyan re zanistî
Dilan re evîn
Tarîyê re roj gerek.
20.12.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 31.12.2009 00:30:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Fakat daha geniş kapsamlı düşünürsek bir kültürün bir dilin ben burdayım çığlığı işte ben bunu sevdim tebrikler umarım türkçe halinide okuruz...
Yaşanacak Mutluluklar Senin Olsun
TÜM YORUMLAR (6)