Evîn Şiiri - Mehmet Hakan

Mehmet Hakan
26

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Evîn

Kevin bû evîn
Êdî ti kirasan de nasekine..
Kirasê ku me ji evîna xwe re çêkiribû
Duh fireh bû, îro jî teng e-

Evîn, zarokekî-ê pêxas e,
Li ser bîbikên çavê min digere..

-Ji xwe re warekî digere ku, jê re bêje eşq-

Ger evîn mezin bûya
Wê, me navê eşqê lê bikira..

Lê, evîn kevin bû,
Evîn mir...

Êdî dilê min nalerize
Gava ez te dibînim..
Çavên min nakenin, dengê min...

Min girtiyên hepsa singa xwe azad kirin..
Di nav wan de bûn,
Ew hestên ku, min bi te naskirî..
Min tiştekî te nehişt li vir;
Çavên te, kenên te, birh û mijangên te..

-ji kerema xwe
tu jî azad bike
parçeya dilê min a ku, di hepsa te de mayî-

Mehmet Hakan
Kayıt Tarihi : 7.6.2023 15:07:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Hakan