Ev Roja Xilasîyê ye Ji Bo Min

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Ev Roja Xilasîyê ye Ji Bo Min

Gul û kûlkên xelkê sor spîne
Li per û belgên wan jî tu naweşin
Gulên jiyana min jî her dem reşin
Az per û baskên wan jî tim diweşin

Dayikê birîna min çil perçe ye
Çi bikim, şêrpence ye, ta nagire
Derdê bêderman. Ji min çi daxwaze?
Zû va ye tim dilê min de agire

Bijîk destê xwen nede birîna min
Êşa wî her dem her gav min dêşîne
Lo bijîk êdî bese min dûrkeve
Ez welat daxwazim, min vir bişîne

Derdê min, jan û jan min dinalîne
Lê hevala min ev kul bêbextî ye
Rabe, em ji xerîbîyê birevin
Mirina tê, ji min re bêwextî ye

Tu zanî ez rêwîyê rêya dûrim
Ez rebenim, xatrê min neşkêne
Stranên Kurdî ji min re bixwene
Li xwêdanê ye, canê min pir têne

Gundê min Çux'e, şara min Çewlik e
Ev roja xilasîyê ye ji bo min
Ji min Stenbol'ê bihêlin herin
Salê carekî werin ser gora min

Mehmet Çobanoğlu
12.09.2021
Stenbul

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.9.2021 14:17:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu