Erê erê Esmerxan
Xum xuma avê bû
Gumguma sobê
Qîre qîra şevê bû
Dayîka te wiha digot!
Hebû tune bû
Di tinebûne da
Min tu mezin kir
Esmerxan
Ka Esmerxan
Ka!
Ka gulyê teyê
Por hene kirî
Ka cave teyê xweş qemerî
Ka esmerxan ka
Ka bibêje
Te digot ez ezim
Qizîka bav leheng im
Xwuşka heft birame
Megrî Esmerxan megrî
Nêze roj ên ronahî
Qut bibe jan û elem
Megrî delalê megrî
Çiya yê me heye
Çiiya!
Çiya dayîka meye
Çiya bavê meye
Çiya xweda yê meye
Megrî
Megrî
Esmerxan…
Kayıt Tarihi : 20.5.2016 14:29:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!