Axa xelqê ji xerîban re nabe welat, ez bimirim nabe welat
Wele, xerîbî ji me re
Nabe derman
Û
Nabe yar
Nabe heval
Nabe jî dost
Çiyayaên bilind rê bidin me, rê bidin me
Em ji vê xerîbîyê
Qefilìn
Dil daxwaze em ji vir herin
Herin
Ser axa me
Axa me welatê me ye
Welatê xelqê ji xerîban re netişte
Ez bimirim, axa xelqê mirovan re
Korbûn e
Lalbûn e
Zîndan e
Gorîstan e
Wele ne jî wewelate, ne jî guman e
Erê rebeno erê, feqîrî ji me re koçberî ye
Ji me re zîndan e
Erê rebeno erê
Erê xizanî ji me re xof e, tirs e
Welatê xelqê, ji me xerîban re
Xemgînî ye
Bêkesî ye
Xayîntî ye
Li bêbextan
Û xayînan
Dil û kezabên me pelçiqandin
Me êş û kul
Di nav hundirê xwe de veşart
Her der me re xerîbiyê ye
Û
Me re
Bêwelatî mirin e
Jiyan tunebun e
Me re
Roj dibin meh
Meh jî dibin sal
Jiyana ji me de xem û xeyal digire
Erê rebeno erê, erê dilbirno
Ji van şevên reş
Ji welatê xerîbiyê kûrtir
Di hundurê min de birîn tune
Ji me de
Ji me de
Kezebeke pir birîn, dileke xem tijî heye
Erê rebeno erê, erê dilbirno erê
Em ne şadimanî yê
Û
Em
Ne jî aramî yê dane
Em sirgûnê welatin
Di xem hundirê min de tijî ye
Axa xelqê ji xerîban re nabe welat, ez bimirim nabe welat
Ax xerîbî ax, ax bêwelatî ax, ax zilma li se me
Ku hembêza diya min
Di gorê de
Ew axa reş
Hembêz dike
Ez
Ez wek wî cemidîm
Lo
Xerîbî
Her dem ji min re
Sar î
Dilê min, germa nîvro jî te negirt
Te dilê min sar hişt
Û
Te havîna me ji me dizî
Her ku bahoz diqelişe
Can ê min dide ber xwen, tar û mar dike
Kîjan alî bigirim, her destên min û dilê min jî dişewîte
Mehmet Çobanoglu
21.09.2023
Karaburun/ İzmir
Kayıt Tarihi : 21.9.2023 09:20:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!